Dîbo: Cîhan “Dadgeheke navdewletî bo DAIŞê” li bakurê Sûriyê erênî dibîne

Endamê Desteya Siyasî ya MSDê Sîhanok Dîbo ragihand, Berûvajî biryara vekişandinê, Amerîka bi HSDê re berdewam e.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Desteya Siyasî ya MSDê Sîhanok Dîbo ragihand, Berûvajî biryara vekişandinê, Amerîka bi HSDê re berdewam e.

Endamê Desteya Siyasî ya MSDê Sîhanok Dîbo li ser hejmara çekdarên DAIŞê yên di zîndanên Rêveberiya Xweser de ji K24ê re ragihand, piştî rizgarkirina Baxozê, niha bêhtir ji 5 hezar çekdarên DAIŞê di zîndan û navendên ewlehiyê yên Rêveberiya Xweser de hene.

Derbarê çarenivîsa malbat û çekdarên DAIŞê jî de diyar kir, zêdetir ji salekê ve ye Rêveberiya Xweser daxwaz ji welatên cîhanê dike, çekdar û malbatên DAIŞê yên regeznameyên wan welatan hildigirin werbigirin, lê piraniya welatan bersiva vê daxwazê nedaye û endamên DAIŞê wernagirin.

Dîbo tekez kir jî, heger dadgeheke navdewletî ji bo dadgehkirina çekdarên DAIŞê li bakurê Sûriyê bê avakirin, dê gelek sûde tê de hebe û welatên di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de endam in bi erênî li vê daxwazê dinêrin.

Li ser rola MSDê di qonaxa piştî DAIŞê de got jî: DAIŞê ji aliyê leşkerî û ceografî nema, lê DAIŞê ji aliyê bîr û baweriyê ve maye û metirsiya wê jî mezin e, ji ber wê yekê jî Hevpeymaniya Navdewletî dibêje ku hevpeymaniya wê bi HSDê re dê berdewam bike. Herwiha derfetek jî li pêş MSDê çê bûye, ku bibe beşeke sereke ji bo çareseriya siyasî ya Sûriyê bi giştî.

Li ser daxuyaniyên Nûnerê Amerîka yê Taybet bo karûbarê Sûriyê James Jeffery de got: Em dibînin ku pêwîst e piştî rizgarkirina herêmên ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagîrkirin û taybet Efrîn, ev herêm bibin herêmeke aram, ji ber ku welatên destêwerdanê di herêmê de dikin, metirsiyeke mezin li ser herêmê çê dikin û çareseriya pirsgirêka Sûriyê dereng dixin.

Heta niha awayê nerîn û şêwazê dawî bo navçeya aram li cem Hevpeymaniya Navdewletî û Encûmena Asayişa Navdewletî çê nebûye. Herwiha dîsa em dubare dikin, herêma ewle bi serkêşiya Tirkiyê qebûl nakin.

Li ser vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê got: Tiştê niha dibe, berûvajî biryara vekişandinê ye û Hevpeymaniya Navdewletî berdewam e bi hevpariya bi HSDê re heta çareseriya siyasî û tunekirina DAIŞê û hemû rêxistinên terorê li Sûriyê.

 

 

S. B