Helwesta xwe ji Supaya Pasdarên Îranê aşkere dike

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çavuşoglu biryara Amerîka ya xistina Supaya Pasdarên Îranê di lîsteya terorê de bi biryareke şaş û metirsîdar binav dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çavuşoglu biryara Amerîka ya xistina Supaya Pasdarên Îranê di lîsteya terorê de bi biryareke şaş û metirsîdar binav dike.

Mewlûd Çavuşoglu ligel Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf di konferanseke rojnamevanî de li Enqerê rexne li biryara Amerîka Amerîka ya xistina Supaya Pasdarên Îranê di lîsteya terorê de girt û got, Nabe her welatek li gor dilê xwe artêşa welatekî din bixe lîsta terorê.

Ragihand jî, nasandina artêşên welatan wek terorist derencamên xirap dê jê derkeve û baweriyê li ser asta navdewletî nahêle.

Pêştir her yek ji Siûdiye û Îsraîlê biryara Amerîka ya xistina Supaya Pasdarên Îranê di lîsteya terorê de bi girîng nirxandin, lê Iraq û Tirkiye li dijî wê helwesta Amerîka derketin û bi têkdana aramiyê navçê dizanin.

 

S. B