DAIŞ li navçeyên Kurdistanî dest bi tevgerê kiriye

Bi sedema valahiya ewlehiyê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û bi taybetî piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, demek e çekdarên DAIŞê di navbera Kerkûk û Mûsilê de çalak bûye û dest bi tevgerê kirine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi sedema valahiya ewlehiyê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û bi taybetî piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, demek e çekdarên DAIŞê di navbera Kerkûk û Mûsilê de çalak bûye û dest bi tevgerê kirine.

Fermandarê Lîwaya Sê ya Pêşmerge Dilêr Şukir ji K24ê re got: “Tevgera DAIŞê ji Mûsilê ber bi Kerkûkê ve dest bi tevgerê kiriye, ji ber ku li wir ketin dorpêçê wan li devera Xurmatû û Kifrî derfet dîtin, ji ber ku hêzên esmanî yên Iraqî li wir jî lê dan, ew hatin sînorê parêzgeha Diyala, li wir wan sûde ji nebûna hêza Pêşmerge û valahiya ewlehiyê dîtin û ji wir ve dest bi lêdana hêzên ewlehiyê kirin.”

Herçend e piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, gelek yekîneyên leşkerî, polîs û hêzên cuda yên Heşda Şeibî li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê hatin komkirin  dosyaya ewlehiyê yan wan navçeyan ketin destê wan, lê wan nekarî DAIŞê bi temamî jinav bibin û nekarîn ewlehî û aramiyê ji xelkê re dabîn bikin.

Efserê Pêşmerge Îrfan Hemexan ji K24ê re got: “Li navçeyên Xaneqîn û navçeyên Kurdistanî gelek hêzên Iraqî lê hene, lê nikarîn bi temamî kontrola wan navçeyan bikin û valahiyê ewlehiyê dagirin da ku DAIŞ lê çalak nebe. Ev yek jî vediger çend sedeman, ji wan jî nebûna hevahengiyeke baş di navbera hêzên hikûmeta Iraqê û hêzên Pêşmerge de.”

 

Ji sala 2003ê û ta berî 16ê Cotmeha 2017an, hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ewlehî û aramî ji hemû pêkhateyên cuda yên navçeyên Kurdistanî dabîn kiribû, lê piştî nemana Pêşmerge li wan navçeyan, xelk bûn qurbaniyên nakokiyên Heşda Şeibî û paşmayên DAIŞê.