Li Kolnê greva birçîbûnê ji bo Efrînê destpê kir

Li dijî binpêkirinên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar yên li Efrînê dibin, hejmarek çalakvanên Kurd li pêş Konsolxaneya Tirkiyê li bajarê Kolnê li Almanya dest bi greva birçîbûnê kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li dijî binpêkirinên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar yên li Efrînê dibin, hejmarek çalakvanên Kurd li pêş Konsolxaneya Tirkiyê li bajarê Kolnê li Almanya dest bi greva birçîbûnê kirin.

Çalakvan Cemal Wilo ku yek ji çalakvanên grev girtine ye û bixwe xelkê Efrînê ye jî ji K24ê re ragihand, ji duhî demjimêr 14:00 ve 6 çalakvanên Kurd li pêş Konsolxaneya Tirkiyê li bajarê Kolnê dest bi greva birçîbûnê kirine.

Cemal Wilo got jî, wan li dijî kiryar û binpêkirinên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar yên bi serê xelkê Efrînê de dikin, dest bi greva birçîbûnê kirine û wan komek daxwaz di nameyekê de amade kirine dê hewl bidin Konsolê Giştî yê Tirkiyê li Kolnê.

Li ser daxwazên wan çalakvanan, Cemal Wilo got, daxwazên me wiha ne: Binpêkirin, zulm û zora artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar li ser xelkê Efrînê bên rawestandin, grûpên çekar ji nava Efrîn û gundan bên vekişandin û rê li pêş vegera xelkê Efrînê yên li navçeyên li bakurê Helebê derbider bûne, vebe.

Amaje bi wê yekê jî, greva wan dê heta dema Konsolê Tirkiyê nameya wan werdigire, vekirî bimîne.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve ji roja 18ê Adara 2018an ve Efrînê dagîr kirine û ji wê demê tawan û kiryarên revandin û eşkencedana welatiyan, dizî û talan, destdanîna ser mal û milkên xelkê û guhartina demografî dikin û rê nayê dayîn jî ku derbiderên Efrînê vegerin ser mal û milkên xwe.

 

 

S. B