Tirkiye: 3 hezar zarok di zîndanan de ne

Parlamenterê CHPê Sezgîn Tanrikulu dibêje: Di nav salekê de, 77 zarok hatine kuştin, 217 Zarok rastî destdirêjîyan hatin e û 3 Hezar jî, di zindanan de ne

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlamenterê CHPê Sezgîn Tanrikulu dibêje: Di nav salekê de, 77 zarok hatine kuştin, 217 Zarok rastî destdirêjîyan hatin e û 3 Hezar jî, di zindanan de ne.

Sezgîn Tanrikulu Serokê Komisyona Mafê Mirovan a CHPê ye, raporek di derbarê zarokên Tirkiyê de, amade kir.

Parlamenterê CHPê, di salvegera Roja Zarokên Tirk 23ê Nisanê de got: di nav salekê de, 77 zarok hatine kuştin, 217 Zarok rastî destdirêjîyan hatin e û 3 Hezar zarok jî, kirine zindanan.

Tanrikulu da zanîn: Şêniyên Tirkiyê, 82 Milyon in û ji wan 22 Milyon Zarokin.

Ligor Rapora CHPê, 217 zarok rastî dest dirêjiyan hatine û ji van destdirêjiyan 26 Zarok mirin e û bi gişti 77 Zarok hatine kuştin.

Her wiha, di salekê de 3 Hezar zarok jî, kirine zîndanan.

Ligor raporê, di van sê salan de, binpêkirinên li hember zarokan, 3 qat zêde bûn e.

 

 

C.B