AK Partî ji pênasekirina terorî ya Îhwan dilgiran e

Partiya Desthilatdar a Tirkiyê AK Partî da xuyakirin, rêxistina "Îxwanî Muslimîn" pabendê demokrasî û mafnasiyê ye, eger Amerîka wê bixe lîsteya terorê, dê DAIŞ bihêztir bibe

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Desthilatdar a Tirkiyê AK Partî da xuyakirin, rêxistina "Îxwanî Muslimîn" pabendê demokrasî û mafnasiyê ye, eger Amerîka wê bixe lîsteya terorê, dê DAIŞ bihêztir bibe.

Peyvdarê AK Partiyê Omer Çelîk piştî Civîna Encumena Rêveberiya Partiyê, di civîneke rojnamevaniyê de, da xuyakirin, Amerîka amadekarî dike ku, rêxistina Îxwanî Muslimîn bixe nav lîsteya rêxistinên terorê. Çelîk got, ev tiştekî pir xerab e, Îxwanî Muslimîn girêdayî demokrasî û mafnasiyê ye û her tim ji tundiyê dûr sekinî ye. Eger ku wek rêxistina terorê were ragehandin, wê demê derfeta pêşketina rêxistinên wek DAIŞê vedibe.

Çelîk da xuyakirin, derveyî John Bolton Şêwirmendê Ewlekariya Netewiya Amerîkayê, hemû pispor li dijî vê ne û got, ev biryar dê bibe derbeyeke mezin liser daxwazên demokratîkbûna Rojhelata navîn û derfeteke mezin bo bangeşeya DAIŞê.

Da zanîn, ew biryarê bi tevahî şaş dibînin û guman heye ku, destê rastgirên Ewropa û cîhanê xurt bike û dijayetiya Îslamê kûr bike.

 

 

C.B