Nûtirîn firokeyên şer ên cîhanê li ezmana Kerkûkê digere

Fermandariya Navendî ya Hêzên Esmanî ya Amerîka yekem operasyona leşkerî bi firokeya şer ji cura (F-35 AJ Lightning II) li dijî pêgehên DAIŞê li Iraqê bikar tîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandariya Navendî ya Hêzên Esmanî ya Amerîka yekem operasyona leşkerî bi firokeya şer ji cura (F-35 AJ Lightning II) li dijî pêgehên DAIŞê li Iraqê bikar tîne.

Hêzên Esmanî ya Amerîka di daxuyaniyekê de ragihand, 2 firokeyên şer ên ji cura (F-35 AJ Lightning II) êrîşî ser pêgeh, tonel û komgehên çekên DAIŞê li Iraqê kirin û bi tundî bombebaran kirin.

Da zanîn jî, her du firokeyan navçeyeke başûrê Kerkûkê û çiyayê Hemrînê jî bombebaran kirin û ew operasyon di çarçova operasyonên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de hatiye kirin.

Hêzên Esmanî ya Amerîka weneyên (F-35 AJ Lightning II) ji esman ve û di dema êrîşa li ser pêgehên de li başûrê Kerkûkê li tora xwe ya civakî “Twitter” belav kirin.

Ew her du firokeyên şer (F-35 AJ Lightning II) roja 15ê Nîsana 2019an xistin xizmeta leşkerî û gihîştin destê Fermandariya Navendî ya Hêzên Esmanî ya Amerîkayê û ji bo Iraqê hatin şandin.

Fermandarekî Amerîkî li ser wê cure firokeya şer dibêje, ew firoke dikare li meydana şer zanyariyan kom bike û li ser bingeha wan zanyariyan êrîş bike.

Herwiha got jî: (F-35 AJ Lightning II) wek nûtirîn firokeyên şer li cîhanê tê hejmartin.

 

S. B