Amerika: Nabe Tirkiye bibe xwediyê S400an û F35

Wezareta Berevaniya Amerika dibêje: Tirkiye nabe hem bibe xwediyê F-35 an û hem jî, bibe xwedanê S-400 an

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Berevaniya Amerika dibêje: Tirkiye nabe hem bibe xwediyê  F-35 an û hem jî, bibe xwedanê S-400 an.

Wekilê Wezareta Parastina Amerika Patrick Shanahan bi daxûyaniyekê got: Amerika naxwaze nehêniyên teknolojiya Amerika bikeve destê Rusyayê de.

Shanahan, Nûnerên Kongresa Amerika di derbarê teknolojiya welat de agahdar kir û babeta F-35 û S-400an, ku Tirkiye dixwaze bibe xwediyê her du projeyan, rexne kir.

Patrick Shanahan got: Tirkiye dixwaze bibe xwediyê teknika Rusya û bibe xwediyê teknika Amerika jî, lê ew, vê helwêsta Tirkiyê rast nabîn in.

Wekilê Wezereta Berevaniya Amerika Shanahan got: Nabe Tirkiyê bibe xwediyê her du projeyan, yan F-35 yan S-400, em vekirî û zelal dibêjin.

 

 

 

C.B