Amerika: Li Tirkiye azadiya ramanî û ya medyayê nîn e

Balyozxaneya Amerika ya Tirkiyê bi daxûyaniyekê dibêje: Tirkiye, pêwist e rêzê ji ramanên azad bigre, zordariya liser ragihandinê rawestin e û vegere bo dadperweriyê

K24 – Navenda Nûçeyan

Balyozxaneya Amerika ya Tirkiyê bi daxûyaniyekê dibêje: Tirkiye, pêwist e rêzê ji ramanên azad bigre, zordariya liser ragihandinê rawestin e û vegere bo dadperweriyê.

Balyozxaneya Amerika li Tirkiyê bi daxûyaniyekê got: di 3ê Gulanê, Roja Azadiya Ragihandina Cîhanî de, Tirkiye bi binpêkirinên ramana azad û ne dadperweriyê ve, rexnekir.

Diyar dike, Tirkiye di warê dadgehkirina mirovan de yasayan binpê dike, welatiyan ji ber bîr û boçûnên wan, dixe zîndanan.

Her wisa di daxûyaniyê de bang li Tirkiyê dike, da ku yasayan binpê neke û jiyana welatiyan bixe bin garantiya dadê.

Liser navê Serokomariya Tirkiyê jî, Serokê Pêwendiyên Ragihandinê Fahrettin Altun bersiv da û got: Ew jî, bang li Amerika dikin, xwe li pişt ragihandinê veneşêre û bi arêşeyên welatê xwe, wekî bêkarî û hejarîyê re mijûl bin û çareser bikin.

 

 

C.B