Tirkiye şahiya NATO terk kir

Di şahiya hevpeymaniya NATO ya guherîna fermandaran de, jiber ku nûnerên Qibrisê hatine vexwendin, nûnerên Tirkiye şahî terk kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Di şahiya Hevpeymaniya NATO ya guherîna fermandaran de, jiber ku nûnerên Qibrisê hatine vexwendin, nûnerên Tirkiye şahî terk kirin.

Ligor rojnameya Sozcu, Wezareta derve ya Tirkiye jî, rûdan wekî şermezarî binav kiriye, jiber ku Qibris ne endamê NATO ye.

Ligor Wezareta derve ya Tirkiye “Tu statu ya başûrê Qibrisê dinav NATO de nîn e. Vexwendina wan a vê şahiyê xeletiyek û şaşîtiyek mezin e. Em vê pêngavê şermezar dikin. Piştî agahiya nûnerên me ya beşdariya nûnerên başûrî Qibrisî, wan ev şahî terk kirin”.

 

 

 

C.B