Efrîniyên di kampên Şehbayê de di rewşeke xirab de dijîn

Derbiderên Efrînê yên di kampa Serdem ya devera Şehbayê de dimînin, ji ber kêmbûna pêdiviyên jiyanê yên rojane di rewşeke xirap de dijîn.
kurdistan24.net

 

K24 – Şehba

Derbiderên Efrînê yên di kampa Serdem ya devera Şehbayê de dimînin, ji ber kêmbûna pêdiviyên jiyanê yên rojane di rewşeke xirap de dijîn. Li gor derbiderên li kampê dimînin dibêjin, dorpêça rêjîma Sûriyê û Rûsyayê li ser wan, alîkariyên mirovî nagihin wan û daxwaz ji rêxistinên navdewletî dikin, rewşa wan li ber çav bigirin.

Şanderê K24ê bo devera Şehbayê Ekrem Salih derbasî kampa Serdemê ya derbiderên Efrînê li devera Şehbayê bû û rewşa wan şopand û da zanîn, derbiderên Efrînê di serma Zivistanê û germa Havîn de di bin konan de derbas dikin.

Xelkê di kampê de gazinan ji kêmbûna alîkariyan dikin, bi taybet ku werzê Havînê li ber derî ye û rêjeya nexweşiyan di nava zarokan de dê zêde bibe. Li aliyekî din xelk dibêje: Ewê jiyana xwe li van kampan berdewam bikin, tenê ji bo ku vegerin ser mal û mikên xwe li Efrînê.

Derbiderê Efrînê yê bi navê Mesûd Xilo ji K24ê re got: “Kanî mafên mirovan. Li zarokan binêrin, dunya Havîn û germ e, kanî rêxistinên me li kû derê ne. Ev rêxistinên ku li ser kampê pereyan werdigirin, li milet seh nakin.”

Nîgar Sîlo dibêje: “Mabûna me di serî de ji bo em vegerin Efrînê ye. Em li vir di bin çadiran de li ber xwe didin, zor û zehmetiyan dikişînin, tenê ji bo em vegerin Efrînê warê xwe. Ji zarokê yeksalî û ta kalemêrê 90 salî dixwazin veger Efrînê.”

Rewşa devera Şehba ya dorpêçkirî ji aliyê rêjîma Sûriyê, Rûsya û Tirkiyê ve, hîşt ku kampên Şehbayê ji alîkariyan bêpar bimînin û herwiha ti destpêşxerî ji bo alîkariya Kurdên Efrînê jî tune ne. Rêveberiya Kampê diyar dike, karînên wan sînordar in û riya hawarhatinê jî car caran tên girtin û pêwîstî bi alîkariyên navdewletî heye.

Yek ji Rêvebirên Kampa Serdemê Idrîs Weqas ji K24ê re dibêje: “Ji aliyê tenduristî ve, em derbasî Havînê dibin û gel jê dê bi Havîna vir biêşe. Em bi hêvî ne saziyên pêwendîdar xwedî li vî gelî derkevin, çawa li kampên cîhanê dinêrin û dibin alîkar, divê bi gelê Efrînê jî alîkar bin, ji bo ev gel jiyana xwe bi awayekî baş derbas bike û rastî pirsgirêkên pir mezin neyê.”

Li devera Şehbayê 4 kampên derbiderên Efrînê hene, Kampa Serdem, Kampa Bexwedan, Kampa Veger û Kampa Efrînê û nêzîkî 2 hezar malbatên Efrînî tê de dimînin. Herwiha li gundên derdora Efrîn û Şehbayê jî nêzîkî 23 hezar malbatên Efrînî bicih dibin.