Efserekî Tirk li Efrînê hat kuştin

Di encama êrîşeke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li ser xalên artêşa Tirkiyê li Efrînê, efserekî Tirk hate kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di encama êrîşeke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li ser xalên artêşa Tirkiyê li Efrînê, efserekî Tirk hate kuştin û leşkerek jî birîndar bû.

Wezareta Bergîriyê ya Tirkiyê ragihand, YPGê ji bajarokê Til Rifatê ve êrîşî ser Efrînê kir û di encamê de efserekî Tirk hate kuştin û leşkerek jî birîndar bû.

Da zanîn jî, piştî êrîşê artêşa Tirkiyê bersiva wê êrîşê da û xalên YPGê li Til Rifatê û derdora wê topbaran kir.

Li gor zanyariyan, deverên Til Rifat û gundên Tinib, Şiwaxra û Malkiyê bi zêdetir ji 30 topên Hawinê yên artêşa Tirkiyê hatine armanckirin.

Çend roj in şer û pevçûn di navbera artêşa Tirkiyê û YPGê de li navçeya di navbera Efrîn, Ezaz û Til Rifetê de derdikeve û artêşa Tirkiyê bi tundî wê navçeyê topbaran dike.

 

S. B