Colemêrg: Di encama êrîşekê de 3 serbazên Tirkiye hatin kuştin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bakurê Kurdistanê, li Colemêrgê, di encama êrîşa bi hawanan a PKK de 3 leşkerên Tirk hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû.
Wezareta bergirî ya Tirkiyê da xuyakirin, li herêmê operasyon hatiye destpêkirin.
Wezareta Bergirî ya Tirkiyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragehand, gerîlayên PKKê bi hawanan êrişî bingeheke leşkerî ya Artêşa Tirk kirine û di encamê de, 3 leşker hatine kuştin û leşkerek jî birîndar bûye.
Da zanîn, piştî bûyerê senger û pêgehên PKKê hatine bombebarankirin û bi piştevaniya hêzên asîmanî li deverê operasyon hatiye destpêkirin.
C.B