NATO: Nabe sîstema S-400 di nav NATOyê de were bikaranîn

Sekreterê Giştî yê NATOyê dibêje, wan ji Serokomarê Tirkiyê re gotine ku ne pêkan e sîstemên S-400 ên Rûsî di nav NATOyê de werin bikaranîn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Sekreterê Giştî yê NATOyê dibêje, wan ji Serokomarê Tirkiyê re gotine ku ne pêkan e sîstemên S-400 ên Rûsî di nav NATOyê de werin bikaranîn.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg li Enqereyê beşdarî civîna NATO ya "Diyaloga Derya Spî" bû û bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawîşoglu re hevdîtin pêk anî.

Stoltenberg beşdarî bernameya kanaleke Tirkiyê bû û da xuyakirin,  Tirkiye di warê kirîna S-400 de bibiryar e. Lê wî gûmanên xwe anîne ziman ku ne pêkan e sîstemên cuda di nav NATOyê de werin bikaranîn.

Da zanîn, ew girîngî didin diyaloga Amerîka û Tirkiyê ya derbarê Patrîotan de û got: Heger çare neye dîtin, ji bo NATO jî, Tirkiye û Amerîka jî ne baş e.

Her weha da xuyakirin, NATO bi Patrîot û firokeyên AWACS parastina sînorên Tirkiyê gerentî dike.

 

S. B