CHP: Dubarekirina hilbijartinê li Stenbolê “derbe” ye
K24 – Navenda Nûçeyan
Partiya Komarî ya Gel (CHP) biryara Komisyona Bilind a Hilbijartinan ji bo duberekirina hilbijartina Şaredariya Mezin a Stenbolê bi derbeya li dijî vîna gel binav dike.
Peyvdarê CHPê Faik Ozturk di konferanseke rojnamevanî de ragihand, îro Sêşemê berpirsên partiyê bi endamên xwe li Parlemantoya Tirkiyê re dicivin û guftûgo derbarê biryara Komisyona Bilind a Hilbijartinê ji bo dubarekirina hilbijartina Şaredariya mezin a Stenbolê dikin.
Peyvdarê CHPê biryara komisyonê bi derbeye li dijî vîna gel binav kir û tekez kir jî ku ew bêdeng nabin.
Komîsyona Bilinda Hilbijartina Tirkiyê, hilbijartina Şaredariya Mezin a Stenbolê hilweşand û biryara dubarekirina hilbijartinê da. Biryar e hilbijartin di 23'ê Hezîrana bê de bê dubarekirin.
Hilbijartinên şaredariyan roja 31ê Adara bûrî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê birêve çû, ji dema ragihandina YSK a encamên hilbijartinên Stenbolê, ku kandîdê CHP Ekrem Imamoglu li pêş e, AK Partî gumanê dixe ser van encaman û gilî li cem YSK kirin, ku careke din dengên Stenbolê bi destan hatin hejmartin û dîsa li gor encaman Imamoglu li pêş bû.
Komisyona Bilind a Hilbijartinan YSK pesendnameya berbijêrê Partiya Komarî ya Gel CHP Ekrem Imamoglu radest kiribû û ew wekî şaredarê Stenbolê destnîşan kiribû, lê Komîsyonê pesendnameya Ekrem Îmamoglu jî betal kir.
S. B