Rûsya ji bo S400an 100 leşkerên Tirk perwerde dike

Rusya ragihand, ew dê ji bo projeya S400 an, 100 leşkerên Tirkiyê perwerde bike

K24 – Navenda Nûçeyan

Rusya ragihand, ew dê ji bo projeya S400 an, 100 leşkerên Tirkiyê perwerde bike.

Ligor medya Rusî, Rusya dê dinav vê mehê de, 100 leşkerên Tirkiyê, li baregehek leşkerî ya welatê xwe, perwerde bike.

Perwerdeya 100 leşkerên Tirkiyê bi armanca bikaranîna, mûşekên S400 ya bergiriyê ye.

Perwerdeya leşkerên Tirkiyê, dê 5 mehan bidome û hemû teknîka mûşekên S400 werin nîşandan.

Herwiha, perwerde hem fermandên Çinê hem jî yên Rusî, dê tê de cîh bigrin.

 

 

 

C.B