Îran: Bila Hêzên Sûriye liser sînorê Tirkiye werin bicîh kirin

Zarîf anî ziman, ku: “Pêwendiyên baş di navbeyna welatên herêmê de di berjewendiya tevayiya herêmê de ne. Pêwendiyên baş ên di navbeyna Enqere û Şamê de di berjewendiya her du welatan de ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zarîf di derbarê rewşa Sûriye de anî ziman, ku: “Ji bo rehetbûna dilgiraniya Tirkiye û gumanên ewleyiyê yên rewa girêdayî parastina xaka xwe, baştirîn çareserî bicîhbûna Hêzên Sûriye liser sînorê bi Tirkiye re ye”.

Zarîf di çarçoveya hevdîtinên xwe li Moskow, daxûyanî derbarê rewşa Sûriye û dorpêçên Amerika dan.

Zarîf anî ziman, ku: “Pêwendiyên baş di navbeyna welatên herêmê de di berjewendiya tevayiya herêmê de ne. Pêwendiyên baş ên di navbeyna Enqere û Şamê de di berjewendiya her du welatan de ye. Yekane rê pêkanîna ewleyiyê li Sûriye ye. Piştî wê pêkanîna ewleyiyê liser sînorê di navbeyna Tirkiye û Sûriye de. Ew jî bi bicîhbûna Hêzên Sûriye liser sînor pêk tê”.

Di derbarê dorpêçn Amerika dijî Îranê de, Zarîf rexneyên tund li desthilata Amerika kirin…

 

 

C.B