CHP: Bila tevayiya hilbijartinan li Stenbolê werin nûkirin

Partiya Komarî ya Gel (CHP) piştî biryara Komisyona Bilind a Hilbijartinan (YSK) ji bo nûkirina hilbijartinan ji bo Şaredariya Stenbolê, serî li Komisyonê da tevayiya hilbijartinan li Stenbolê werin nûkirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Komarî ya Gel (CHP) piştî biryara Komisyona Bilind a Hilbijartinan (YSK) ji bo nûkirina hilbijartinan ji bo Şaredariya Stenbolê serî li Komisyonê da, ku tevayiya hilbijartinên herêmî yên 31ê Adar a îsal (Meclisa Şaredariyan, Muxtaran û Şaredariyên bajarokan) bên nûkirin.

Nûnerê CHP di Komisyona Hilbijartinan de Hamidî Yakupoglu destnîşankir, ku ger komisyonên sindoqan bandor li hilbijartina şaredariya Stenbolê kiribe, heman demê bandor li hilbijartinên din jî kiriye, ku deng di heman zerfî de hatiye dan.

Herweha Yakupoglu got ku, ew dê giliyê hilbijartinên 24ê Hezîran a sala par jî bikin.

 

 

C.B