Amerîka rewşa awarte li hember rêjîma Sûriyê dirêj dike

Serokê Amerîka Donald Trump dema rewşa awarte û sizayên li ser Sûriyê ta saleke din dirêj kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Amerîka Donald Trump dema rewşa awarte û sizayên li ser Sûriyê ta saleke din dirêj kir.

Serokê Amerîka Donald Trump nameyek ji Koşka Spî re birê kir û tê de got: “Hovîtiya rêjîma Sûriyê û kiryarê wê yên serkotkirinê li dijî gelê Sûriyê yên daxwaza azadiyê û hikûmeteke nûnertiya tevahiya Sûriyan bike dikin, ne tenê ji bo Sûriyan metirsî ye, belkû bêaramiyê li tevahiya navçê dirust dike.”

Got jî: “Berdewamiya rêjîma Sûriyê di siyaset û kiryarên xwe de, bi taybet ên derbarê çekê kîmawî, piştevanîkirina grûpên terorist û astengkirina karê hikûmeta Lubnanî de, dihêle tundûtûjî û gefên mezin li ser ewlehiya netewî, siyasetên derve û aboriya Amerîka zêde bibin.

Trump daxwaz kir jî: “Rewşa Awarte ya niştimanî ya roja 11ê Gulana 2004an hatiye ragihandin, divê ji piştî 11ê Gulana 2019an jî berdewam be.

Got jî: “Li hemberî kiryarên rêjîma Sûriyê, ez saleke din rewşa awarte dirêj dikim.”

Amerîka di 11ê Gulana 2004an de rewşa awarte derbarê pêwendiyên bi Sûriyê rêjîma Sûriyê re ragihandibû û piştre jî ji ber piştevanîkirina grûpên terorê û metrisiya li ser siyaseta derve û aboriya Amerîka, dirêj kir.

Herwiha Trump daxwaz ji rêjîma Sûriyê kir, tundiya xwe li dijî welatiyên xwe rawestîne, bi agirbestê pabend be, rê bide hevkariyên mirovî derbas bibin û rê bide veguhastina siyasî li Sûriyê çê bibe.

 

S. B