Tirkiye bo Amerîka: Rêzê li hilbijartina me bigrin

Hikûmeta Tirkiyeyê di derbarê hilbijartinê Stenbolê de bersiva Amerîkayê dide û radigihîne: Divê herkes rêz li biryara Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind bigre

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Tirkiyeyê di derbarê hilbijartinê Stenbolê de bersiva Amerîkayê dide û radigihîne: Divê herkes rêz li biryara Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind bigre.

Berdevkê Wezareta Derve yê Tirkiyeyê Hamî Aksoy dibêje pirsgirêkên wekî hilbijartina Stenbolê li Amerîka û gelek welatên din rûdan e û di çarçoveya demokrasiyê de hatine çareserkirin. Divê herkes rêzê ji biryara Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind re bigre.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Morgan Ortagus liser dubarekirina hilbijartina Stenbolê nerazîbûn nîşan da bû û gotibû qebûlkirina encamên hilbijartineke rewa, azad û dadperwerane bingeha demokrasiyê ye.

 

 

 

C.B