Parêzer dê carek din bi Ocalan re hevûdu bibînin?

Parêzerên Abdullah Ocalan ku 2ê Gulanê hevdîtin ligel muwekilê xwe çêkirin, ji bo hevdîtinek din, serî li Dozgeriya Komarî dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parêzerên Abdullah Ocalan ku 2ê Gulanê hevdîtin ligel muwekilê xwe çêkirin, ji bo hevdîtinek din, serî li Dozgeriya Komarî dan.

Abdullah Ocalan - Rêberê PKKê, ku ev 8 sal in  parêzerên xwe nedîtibû, ji bo cara duyem hevdîtin werin saz kirin, serî  li dozgeriya Komarî ya bajarê Bursa dan.

Parêzerên Ocalan Cengîz Yureklî, Faik Ozgur û Mazluk Sînç,  ji bo ku roja Îniyê hevdîtinê ligel Abdullah Ocalan hevdîtin çêbikin, serîlêdana xwe pêkanîn.

Parêzerên Ocalan ji sala 2011an heta 2ê Gulan a 2019an bi giştî 820 caran ji bo hevdîtinê serîlêdan pêkanîbûn.

Serdozgerîyê her car, bi hecetên koster xerab e, Koster di nûjenkirinê de ye, hewa ne guncaw e û hwd…  destûr nedidan hevdîtin pêk were.

Piştî daxûyaniya Serokê Partiya Nîjadperest Devlet Bahçelî, tê meraq gelo dewlet jib o hevdîtina Ocalan ligel parêzerên xwe rêyek nû hildibêjere?

 

 

 

C.B