Rêveberiya Xweser bersiva rêjîma Sûriyê dide

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê da zanîn ku daxuyaniya ku ji aliyê rejîma Sûriyê ve derketin, nakevin ber xizmeta Sûriyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê da zanîn ku daxuyaniya ku ji aliyê rejîma Sûriyê ve derketin, nakevin ber xizmeta Sûriyê.

Wezareta Derve ya Sûriyê di nameyekê de bo Encûmena Asayîşa Navdewletî gotibû, HSD ku ji aliyê Amerîka û welatên rojavave piştevanî lê tê kirin, reftarên xirab li gel xelkê derdorê Dêra Zorê dike û xelkên wan deveran naçar kirine li jêr fermana wan kar bikin.

Herweha Wezareta Derve ya Sûriyê daxwaz ji Encûmena Asayîşa Navdewletî kir, karyarên HSDê li rojhilat û bakura Sûryê yên li dijî xelkê rawestîne. 

Rêvberiya Xweser di daxuyaniyê bersiva rêjîma Sûriyê da û got: Şerê serkeftina li dijî DAIŞ`ê di dîroka Sûriyê û herêmê de pêvajoyeke dîrokî ye. Di roja îro de jî pratîka wê di rewşa aram a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de diyar dibe. Rola HSD û Rêveberiya Xweser di parastina herêmê de û parastina yekbûn û aramiya Sûriyê de diyar dike.

Rêveberiya xweser got: Nameya Wezareta Derve ya Sûriyê ya ji bo Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî û Encûmena Asayişa Navdewletî re hatine birêkirin û tiştên ku tê de hatine gotin, ji rastiyê dûr in.

Tekez kir jî: Ev nameya nakeve xizmeta Sûriyê, berûvajî wê desteka yekser dide hemû keda ku dixwazin welatê Sûriyê parçe bikin.

Rêveberiya Xweser rexne li rêjîma Sûriyê girt û got: Salên ji teror, wêrankirin, kuştin û koçberkirinê li Sûriyê, herwiha li hemberî dagirkirina Efrînê û hewldanên qutkirina wê ji erdnîgariya Sûriyê, rejîma Sûriyê bêdeng bû û ti gilîname ji Encûmena Asayişa Navdewletî û NY re birê nekiriye.

Li ser bûyerên Dêrazorê jî got: Bûyerên ku li hin herêmên Dêrazorê niha rû didin, wekî bûyerên ku li herêmên din ên Sûriyê mîna li Şamê bi xwe jî rû didin. Lê hinek alî hene dixwazin fitne û alozî di navbera zarokên yek welatî de derxin, ev yek jî nayê qebûlkirin.

 

S. B