Îstixbarata Tirkiyê 600 girtiyên Efrînî vediguhêze cihekî nediyar

Îstixbarata Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve zêdetir ji 600 girtiyên Kurd ên Efrînê ber bi cihekî ne diyar ve birin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îstixbarata Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve zêdetir ji 600 girtiyên Kurd ên Efrînê ber bi cihekî ne diyar ve birin û metirsî li ser jiyana wan heye.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Îstixbarata Tirkiyê û grûpên çekdar zêdetir ji 600 girtiyên Efrînî ku ji demekê ve di zîndana Sico li Ezazê de girtîbûn, ber bi cihekî ne diyar ve birin.

Rewangehê da zanîn, ji hefteya bûrî ve girtiyên Efrînî li gor tometên ku pê hatine girtin û dema sizaya wan hatin dabeşkirin û hatin veguhastin.

Amaje bi wê yekê jî kir, ji encama lêdan û eşkenceyan, rewşa tenduristî ya gelek girtiyan xirap e û metirsî li ser jiyana hejmarek ji girtiyan heye.

Ji dema dagîrkirina Efrînê di 18ê Adara 2018an ve ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên di bin fermana artêş û îstixbarata Tirkiyê de kar dikin, bi hezaran welatiyên Kurd hatin girtin û revandin, beşek ji wan girtiyan jî li hember dana bireke mezin ji pereyan hatibûn berdan, ku hin caran li hember her kesekî 10 milyon Lîreyên Sûrî hatin dayîn.

Li gor zanyariyên Rewangehê, ji dema dagîrkirina Efrînê de 2 hezar û 682 kes hatibûn girtin, hîna jî hezar û 87 kesan di zîndanên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar de girtî ne.

 

S. B