Rojnamevanên Ozgur Gundem hatin cezakirin
K24 – Navenda Nûçeyan
7 rojnamevanên Rojnameya Ozgur Gundemê bi 15 salan hatin cezakirin.
Dadgehkirina 24 rojnamevanên rojnameya Ozgur Gundemê li Dadgeha Stenbolê birêve çû.
Dadgeha Stenbolê biryar da, ko 8 kes bêtawan in, lê ji bo 7 rojnamevênên din, bi tometa bangeşekirina PKKyê ji salekê heta 3 salan bi giştî 15 sal cezaya zindanîkirinê da.
Ozgur Gundem rojnameyek nêzikê PKKyê û di dema Rewşa Awarteyê de hatibû girtin.
C.B