15 baroyên bakur eşkenceyên Xelfetî şermezar kirin
K24 – Navenda Nûçeyan
15 Baroyên Bakurê Kurdistanê, êşkenceya li navçeya Xelfetî ya Rihayê şermezar kirin.
15 Baroyên Bakurê Kurdistanê, derbarê êşkence û binçavkirina gundî û welatiyan li navçeya Xelfetî ya Rihayê, bi daxuyaniyeke hevbeş şermezar kirin.
Hat destnîşankirin, li navçeyên Xelfetî û Bozovayê dehan kes hatine binçavkirin, rastî bûyerên dijmirovî hatine û nehatiye hîştin ku parêzerên xwe bibînin.
Parêzeran dan zanîn, heta ku êşkence û bûyerên dijmirovî li van axan bavêjin, dêtêkoşîna xwe berdewam bikin û hesabê ji kiryaran bipirsin.
C.B