Rûsya: Artêşa Sûriye 140 çekdarên Tehrîr elŞam kuştin
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Berevanî ya Rûsyayê radighîne, artêşa Sûriyê 140 çekdarên Desteya Tehrîr El-Şam li gundewarên Hemayê kuştin e.
Wezareta Berevanî ya Rûsyayê di daxûyaniyekê de ragihand, ji duhî ve çekdarên Desteya Tehrîr El-Şam êrîşî bajarokê Kefernibûde yê Hemayê kirin e û hewla kontrolkirina wê dikin. Lê ji aliyê hêzên Hikumeta Sûriyê ve hatin şikandin.
Wezaretê belav jî kiriye, di encama şer û pevçûnan de îro 140 çekdarên wê desteyê hatine kuştin û 2 tank û 3 otombêlên mûşekavêj hatine jinavbirin.
Duhî jî Wezareta Berevanî ya Rûsyayê belav kiribû, ku Artêşa Sûriyê 150 çekdarên Desteya Tehrîr El-Şam li gundewarên Hemayê kuştin e.
C.B