Dayikên Kurd li benda peyama Ocalan in

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dayikên ku kurên wan di greva birçîbûnê de ne, li benda peyama Abdullah Ocalanî dimînin, ji bo bidawîkirina girevan dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dayikên ku kurên wan di greva birçîbûnê de ne, li benda peyama Abdullah Ocalanî dimînin, ji bo bidawîkirina girevan dikin.

Îro li gelek bajarên wekî Diyarbekir, Stenbol, Edene û Mêrsînê dayikên ku kurên wan di greva birçînê de ne, ji bo rakirina tecrîda li ser rêberê PKKyê Abdullah Ocalan û dawîbûna girevên birçîbûnê dê xwenîşandan bikin.

Dayik, li benda peyama Abdullah Ocalan dimînin, ji bo bidawîkirina grevên birçîbûnê.

Berî 3 rojan Ocalan digel parêzerên xwe hevdêtin kiribû, lê heta niha naveroka peyama wî nehatiye eşkeririn. Tê çaverêkirin Ocalan banga dawîkirina grêvan bike.

 

S. B