Îran gefa êrîşê li kêştiyên Amerika dike

Generalê Artêşa Îranê Murteza Qurbanî gefa êrîşê li keştiyên Amerika li Kendavê xwar û diyarkir ew dikarin bi mûşekan an çekên nehênî yên Îranê van her du keştiyan armanc bigrin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Generalê Artêşa Îranê Murteza Qurbanî gefa êrîşê li keştiyên Amerika li Kendavê xwar û diyarkir ew dikarin bi mûşekan an çekên nehênî yên Îranê van her du keştiyan armanc bigrin.

Ligor Ajansa Mizan Qurbanî destnîşankir: “Amerika du keştiyên şerî rêkirine herêmê. Ger xeletiyek nezaniyê bikin, bi du mûşekan an çekên me yên nehênî em dê van keştiyan ligel personalên wan bişînin bin avê.

Heman demê Wezîrê derve yê Îranê Mhemed Cewad Zerîf liser rêkirina 1 500 serbazên din ên Amerika bo herêmê got, ku ev yek metirsiyek liser ewleyiya herêmê û cîhanê durist dike.

 

 

C.B