Davutgolu: Min daxwaz ji Esed kiribû mafê Kurdan bide

Serokzerirê berê yê Tirkiyê Ahmed Davudoglu ragihand, civaka Kurd ya Sûriyê hatiye percekirin û gund, bajar û navçe bi şêwazeke destkirde ji hev hatine cudakirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokzerirê berê yê Tirkiyê Ahmed Davudoglu ragihand, civaka Kurd ya Sûriyê hatiye percekirin û gund, bajar û navçe bi şêwazeke destkirde ji hev hatine cudakirin. Ew dixweze nasnama Kurdan û gelên din di nav xaka Sûriyê de li gor desturê were misogerkirin.

Dawutoglu li Diyarbekirê di bernameya fitarê ya ku ji aliyê "Platforma Pira Dilan" ve hatibû organîzekirin, bi siyasetmedar, nûnerên saziyên civaka sivîl, karsaz û rewşenbiran re civiya.

Davudoglu ji rojnamevanan re got: “Hem di serdema Wezîrtiya Derve hem jî serdema Serokwezirtiyê de, min giringiyeke taybet daye pêwendiyên aştiyane yên gelan li Rojhilata Navin. Li gor vê çarçeveyê pêwendiyên Tirkiyê û Herêma Kurdistan li Bakurê Iraqê xaleke giring bû. Ez gelek caran hatim Silêmaniyê, Hewler û Kerkukê, min her car jî daxwaza aştiyeke mayin de dikir, me bingeheke saxlem avakiribû. Di dema referandûmê de nêrînên cuda çê bûn. Mirov dixweze di wê demê de hevdîtin ser babetê çê bibane, baştir bû. Kordinasyonek di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de çê bûba baştir dibû. Mixabin ev çê nebû. Wê deme, ez li ser kar nebûm, dûr ketibûm. Ez nizam ka wê demê çi rûd a û çi çê bû. Ez dixwezin pêwendiyên Herêma Kurdistan û Tirkiyê baştir bibin. Ev ji bo Rojhilata Navîn gavek giring e.”

Herwiha Davudoglu derbarê Rojavayê Kurdistanê de got: “Kurdên nav sinorê me de û Kurdên nav sinorê Iraq û Sûriyê de xwediyê yek paşerojê ne, qedera wan yek e. Serê wan biêşe, cîhê ku werinê Tirkiyê ye ku welatê wan e. Divê di navbera birayên me yên Kurd yên li ser sinoran de nabe asteng. Sînorê Tirkiyê û Sûrîyê di cîhanê de sinorê herî destçêkirî ye. Gund û bajar hatine perçekirin. Kurd, Ereb û Turkmen ji hev hatine cuda kirin. Beşar Esed zulm û zor kir û li dijî van civakên ku bi salan e bi hev re dijîn, dijminahî xiste navdera wan. Li herêmên Kurd dijîn, PKK astengiyeke cidî ye. Divê em pêwendiyên di navbera Tirkiye û Kurdên Sûriyê re di çarçova PKK û DAIŞê de nenirxîne. Di sala 2011a de dema min serdana Sûriyê kiribû, min daxwaz ji Beşar Esed kir, mafê Kurdan û nasnameya wan li gor destûrê were misoger kirin.”

 

S. B