Belçîka: Aştî û aramiya Herêmê di berjewendiya ferehkirina pêwendiyan de ye

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Balyozê Belçîka li Iraq û Urdinê Hendrik van De Velde civiya û behsa dahatûya hikumraniyê li Herêma Kurdistanê û Iraqê kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Balyozê Belçîka li Iraq û Urdinê Hendrik van De Velde civiya û behsa dahatûya hikumraniyê li Herêma Kurdistanê û Iraqê kirin.

Di civînê de, dawî pêşhatên navçê, girîngîpêdana bi pêwendiyan û pêngavên akîtîvkirin û pêkanîna dezgehên fermî yên Herêma Kurdistanê hatin guftûgokirin.

Mesrûr Barzanî kar û çalakiyên Balyozê Belçîkayê bilind nirxandin, ku bi boneya bidawîbûna erkê xwe serdana Herêma Kurdistanê kiriye û hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû de xwast.

Herwiha amaje bi pêşveçûna Herêma Kurdistanê di warên cuda de û guftûgoyên Hewlêr û Bexdayê kir, bi armanca gihîştina bi çareserkirina tevahiya pirsgirêkan di çarçova destûrê de.

Ji aliyê xwe ve Balyozê Belçîkayê li Iraq û Urdinê aştî û aramiya Herêma Kurdistanê bi sedemeke erênî ya ferehkirina pêwendiyên dualî zanî û ragihand, welatê wî amade ye di warên cuda de piştevanî û hevkariya Herêma Kurdistanê bike û hêviya pêşketina zêdetir ji Herêma Kurdistanê re û hêviya serkeftina Mesrûr Barzanî di serokatiya kabîneya dahatî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de xwast.  

 

S. B