Erdogan daxwaza dûayan dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan dibêje: Artêşa wan Operasyona Zehmet a Xakurkê dan e destpêkirin, ji xelkê xwe jî, dûa xwest.
Recep Tayip Erdogan daxûyaniyek belav kir û got: Wan li dijî gerillayên PKKê li ser sinorê Şemzînan û devera Başûrê Xakurkê, Operasyona "Pençe" da ye destpêkirin.
Erdogan, di peyama xwe de zehmetîyên vê operasyonê destnişan dike û dibêje: Operasyona Xakurkê dê zehmet be, leşkerên wan di nav zor û zehmetiyan de, tedikoşin.
Erdogan, bang li gelê xwe dike da ku ji bo serkeftina vê operasyona Xakurkê, dûayan bikin û Xwedê harikarê wan be.
Operasyona Artêşa Tirkiyê ji duhî ve, liser sinorê Şemzînan û li Başurê Kurdistan Xakurkê, bi rêya bejayî û esmanî hatiye destpê kirin.
C.B