Rêkxerê Tevgera Goranê pîrozbahiyê li Nêçîrvan Barzanî dike

Bi boneya hilbijartina wî wek Serokê Herêma Kurdistanê, Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goranê Omer Seyid Elî di pêwendiyeke telefonî de pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir û hêviya serkeftinê jê re xwast.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi boneya hilbijartina wî wek Serokê Herêma Kurdistanê, Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goranê Omer Seyid Elî di pêwendiyeke telefonî de pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir û hêviya serkeftinê jê re xwast.

Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî spasiya Omer Seyid Elî kir û her du aliyan tekezî li girîngiya karê bi hev re, hevkarî û hevahengiya di navbera aliyan de û yekrêziyê kirin, ji bo rûbirûbûna rikberiyên qonaxên dahatî û ji bo xizmetkirina gel û welat.

Roja 28ê Gulana 2019an Parlemantoya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wek duyem Serokê Herêma Kurdistanê hilbijart.

81 parlemantar amadeyî civîna hilbijartina Serokê Herêmê bûn û tê de Nêcîrvan Îdrîs Barzanî bi piraniya dengê parlemanterên amadebûyî ku 68 deng wergirtibû, hat hilbijartin.

Li gor serastkirina yasaya aktîvkirina dezgeha Serokatiya Herêma Kurdistanê, heta dema Herêma Kurdistanê dibe xwedî destûr, hilbijartina Serokê Herêmê ji nava Parlemantoyê dibe.

 

S. B