Tirkiye rexneyên Yekîtiya Ewrûpa qebul nake

Yekîtiya Ewrûpa, di derbarê ferehbûna Yekîtiyê de raporta xwe eşkera kir û rexneyên tund li Tirkiyê kirin ku, ji pîvanên Yekîtiya Ewrûpayê dûr dikeve

K24 – Navenda Nûçeyan

Yekîtiya Ewrûpa, di derbarê ferehbûna Yekîtiyê de raporta xwe eşkera kir û rexneyên tund li Tirkiyê kirin ku, ji pîvanên Yekîtiya Ewrûpayê dûr dikeve.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyê bersiva raportê da û da xuyakirin, Tirkiye li cihê xwe ye, ji Yekîtiya Ewropa dûr neketiye û mimkun nîn e, rexneyên weha qebûl bikin.

Faruk Kaymakçi - Cîgirê Wezîre derve yê Tirkiyê û balyozê Tirkiyê bo YE, diyarkir:

".. Tirkiye rexne û daxwazên di raportê de not digre û guh dide. Ji bo çaksaziyan, wek piştevaniyê dibîn e. Lê di raportê de rexneyên neheq û bêbingeh jî hene. Mimkun nîn e, ku em wan qebûl bikin. Nirxandina berfireh em dê bi Komîsyonê re bikin. Di raportê de tê destnîşankirin, ku Tirkiye ji Yekîtiya Ewropa dûr ketiye, em van rexneyan qebûl nakin, Tirkiye li cihê xwe ye. Her weha rêxistina derbekar ya terorê FETO jî, wek cemaetek hatiye bilêvkirin ku cihê qebûlkirinê nîn e."

 

 

C.B