Akar: Emê bikevin hemû şekeftên Qendîlê

Firokeyên Artêşa Tirkyê bargehên PKKê li Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin. Wezîrê Berevaniya Tirkiyê dibêje, ewê hemû baregehan tune bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Firokeyên Artêşa Tirkyê bargehên PKKê li Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin. Wezîrê Berevaniya Tirkiyê dibêje, ewê hemû baregehan tune bikin.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar da xuyakirin, Artêşa Tirkiyê bi navê "Operansa Pençe" li dijî gerîlayên PKK dest bi operasyoneke berfireh kiriye, çiyayên Asos û Qendîl jî di nav de gelek dever bombebaran kirine.

Akar da xuyakirin, armanca operasyonê ew e, hemû senger û binkeyên PKKê bên jinavbirin û ew bibiryar in li deverê bikevin hemû şikeft û sengeran.

Akar da xuyakirin, bi çek û derfetên xwe yên netewî van operasyonan encam dadin. Medya Tirkiyê daxuyaniya Hulusî Akar, wek destpêkirina operasoyna Qendîlê binav dike.

 

S. B