Serok Barzanî: Şewitandina zeviyên Kurdan, tewanek mezin û zordariyek eşkere ye!

Serok Barzanî destnîşankir, ku di herêmên Kurdistanî derveyî Îdareya herêma Kurdistanê de, şewitandina zeviyên Kurdan wekî tewanek mezin û zordariyek eşkere binav kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Barzanî destnîşankir, ku di herêmên Kurdistanî derveyî Îdareya herêma Kurdistanê de, şewitandina zeviyên Kurdan wekî tewanek mezin û zordariyek eşkere binav kir.

Serok Barzanî liser şewitandina zeviyên Kurdan, ku di herêmên Kurdistanî derveyî Îdareya herêma Kurdistanê de dimînin, daxûyaniyek ragihand raya giştî.

Serok Barzanî anî ziman, ku: “Şewitandina zeviyên Kurdan, ku dikevin çarçoveya maddeya 140an de, kuştina Kurdan, brîndarkirina wan, êş a ku bi wan tê dayîn di dema dawî de bûn e rûdanên rojane. Zilmek eşkere û tewanek mezin hemberî Kurdên mexdûr e.

Bûyerên, ku li wan deveran de tên jiyandin binpêkirinên yasayan, destûrê û nirxên mirovî ne. Jiyan û pêşeroja gelê di van herêman de dijî, ketiye metirsiyê de. Ev tewanên ku her roj tên kirin, sizadan a gelekî, jiber nasnameya xwe ya neteweyî ye.

Ev rewş a hemberî xelkê sivîl û cotyaran bi tu awayî nayê pejirandin. Civata Navneteweyî û aliyên pêwendîdar, hemberî van kiryarên awarte nikarin bêdeng bimînin, Hukimeta Iraqê jî, hemberî van kiryarên dijî hevwelatiyên Kurd, ku li heremên Kurdistanî li derveyî Îdareya herêma Kurdiustanê dimînin, dive berpirsiyariyê bigre ser milên xwe, û dawiyê li van tewanan û binpêkirinên yasayî bîn e”.

 

 

C.B