Xelkên Kirmaşanê li rojhilata Kurdistanê bê ûmêd bûne ji desthilata Îranê

18 meh burîn bi ser erd hejîna parêzgeha Kirmaşanê re li rojhilata Kurdistanê. Ewê erd hejînê 1800 xanî bi temamî herifandin li wê parêzgehê û zîyan bi 50 hezarên din kevt. 70 hezar kes bi egera wê erd hejînê bê mal û xanî mane û heya niha nebûne xwedîyê xanîyên xwe.

K24- Hewlêr

18 meh burîn bi ser erd hejîna parêzgeha Kirmaşanê re li rojhilata Kurdistanê. Ewê erd hejînê 1800 xanî bi temamî herifandin li wê parêzgehê û zîyan bi 50 hezarên din kevt. 70 hezar kes bi egera wê erd hejînê bê mal û xanî mane û heya niha nebûne xwedîyê xanîyên xwe.

Hikumeta Ruhanî soz dabû di salekê de zîyanên wî xelkî qerebû bike û xanîyên heriftî jî nû bike; lê heya niha piştî salek û nîvê ti tişt bo wan nehatîye kirin. Di van 18 mehan de bi egera kirîza sepandî bi ser Îranê re ji alîyê Emerîkayê ve, giranî û hejarî li wan deveran zêdetir bûye. Xanîyên nîv kavil, giranîya ji radeyê zêdetir  ji behayê keristêyên avakirina xanîyan, bêkarî, dijwarîya jîyana di nav çadiran û kervaneyan de û bi deha arîşeyên din, xelk hevrûşî xemokîyê arîşeyên revanî kirine û amarên xwe kuştinê bi rêjeyeka berçav zêde bûye.

Di torên civakî de behsa wê yekê dihê kirin ku xelik bê ûmêd bûne û hinek kesan bû nûkirina xanîyên xwe pena birine  ber firoştina gurçiskên xwe û endamên din yên lêşên xwe.

Di van kawdanan de serokê Civata Şaredarîya bajarê Serpêl Zehaw aşkera dike ku hikumetê bi bîyanûya alîkarî gehandinê bo deverên lehîgirtî nêzîkî 70%  ji budceya danayî  bo avavekirina ewê deverê birrîye.

Li gor axivtinên Hişmet Seferî, berê biryar hatibû dan 32 milyar Tumenan bû avavekirina bajarê Serpêl Zehaw bihê xerckirin lê niha ji wan re gotine tenê 10 milyar Tumen ji wî pereyê dê bihê xerickirin û yên din jî dê bidin deverên lehî berkevtîn.

Aşkera jî kir ji wan 12 hezar avahîyên ku bo nûvekirinê molet wergirtibûn tenê 2% karên wan temam bûye û 98% ji avahîyên heriftî hejîyên akincîbûnê nîne.