Tirkiye liser kirîna S400an rijd e û Pentagon bala Enqere dikşîne

Şewirmenda sereke ya Wezarate Berevaniya Amerîkayê Kathryn L. Wheelbarger dibêje, mûşekên S400 ji bo xistina balafirên F35an hatine çêkirin...

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Tirkiyê careke din nûçeyên paşxistina kirîna S400an red dike.

Berdevkê Wezareta Derve yê Tirkiyê Hamî Aksoy dibêje nûçeyên paşxistina kirîna mûşekên S400 rast nîn in. Pêvajoya kirîna S400an wekî ko hatiye plankirin berdewam e. Hin xemên Amerîkayê hene, ko S400 zirarê didin balafirên F35an. Lê, ew dixwazin bi Amerîkayê re liser wan xeman û hemahengiya  S400 û sîstemên NATOyê danûstadnin bikin. Ji bo vê jî, pêştir pêşniyara avakirina Koma Xebatê li Amerîkayê kiribûn. Ew liser gotina xwe ne û pêşniyara wan berdewam e.

Ji aliyê xwe ve Pentagon radighîne: Ger Tirkiye mûşekên S 400 bikire ev yek dê ji bo NATOyê bibe karesat.

Şewirmenda sereke ya Wezarate Berevaniya Amerîkayê Kathryn L. Wheelbarger dibêje, mûşekên S400 ji bo xistina balafirên F35an hatine çêkirin. Ger Tirkiye S400an bikire, dê ev yek bibe sedem ko Rusya di derbarê balafirên F35an de agahiyan bidestbixe.

Kirîna S400an ne tenê ji bo balafirên F35 dê ji bo sîstemên bervaniya NATOyê jî, bibe karesat. Hevkariya leşkerî ji bo endamên NATOyê gelek girîng e. Ger Tirkiye S400an bikire, nikare bi endamên NATOyê re hevkariya leşkerî bike.

 

 

 

 

C.B