5 deverên Colemêrgê wekî herêmên ewlekarî hatin ragihandin
K24 – Navenda Nûçeyan
Dorûbera 5 gundên Colemêrgê di çarçoveya operasyonên dijî PKKê de, wekî herêmên ewlekarî yên taybet hatin ragihandin.
Parêzgeriya Colemêrgê bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn: Di çarçoveya şerê li dijî gerîlayên PKKê de, dorûbera 5 gundên ku li ser sînorê bajarokên Şemzînan, Gever, Çêlê û Derecîkê ne, wekî herêmên ewlekarî yên taybet hatine ragihandin.
Li gor daxuyaniyê, dema qedexeya herêmên leşkerî îro destpê dike û heta 15 rojan berdewam dike.
Wezareta Bergîriyê ya Tirkîyê ragihandibû, wan ji roja 27ê Gulanê ve operasyona xwe bi beşdarîya topavêjan, firokeyên şer û helîkopteran li çîyayê Xakurk û derdora wî destpê kirin.
S. B