Rêveberiya Xweser 800 jin û zarokê DAIŞê azad dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêveberiya Xweser 800 jin û zarokên DAIŞê ji kampa Holê ya li başûrê Hesekê serbest berdide.
Li bajarokê Eyn Îsayê di civînekê de bi amadebûna Hevserokiya Encûmena Rêvebir a Rêveberiya Xweser û hejmarek ji serok û rûripiyên eşîreyên Ereb, Rêveberiya Xweser biryar da îro 800 jin û zarokên ji kampa Holê serbest bêne berdin.
Li gor hatiye belavkirin, ew kesên ji kampa Holê bêne berdan, ji bajarê Reqa û Tebqayê ne û malbatên çekdarên DAIŞê ne.
Hevserokê Encûmena Rêvebir a Rêveberiya Xweser Ebdilhemîd El-Mihbaş ragihand, serokên eşîreyên Ereb daxwaza berdana wê hejmara mezin a jin û zarokên DAIŞê kirine û wan gerentiya ewlehiya navçeyên ku ew kes biçinê dane.
Tekez kir jî, Rêveberiya Xweser lîsteyek bi navên kesên bêne berdan amade kiriye û yekem dane dê îro bên serbestberdan.
Kampa Holê li başûrê Hesekê ye, bi piranî malbatên DAIŞê yên ji Baxozê dawî navçeya di destê DAIŞê de derketibûn, lê hetibûn bicihkirin.
S. B