Cotkarên Rojava: Destine reş li pişt şewitandina geniman hene

Li herêmên Rojavayê Kurdistanê îsal rêjeyeke mezin ji zeviyên ceh û genim hatine şewitandin.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Li herêmên Rojavayê Kurdistanê îsal rêjeyeke mezin ji zeviyên ceh û genim hatine şewitandin. Welatî dibêjin, şewata hejmareke mezin bi vî şêweyî ne asayî ye û dibe ku hin kes li pê van şewatan hebin. Desteyên têkildar jî hewldanan dikin ku zeviyên mayî biparêzin, loma bang li xelkê û sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser dikin ku bi hev re alîkar bin, ta şewatên din encam nedin.

“Pariyê me gihabû ber devê me, lê nebû nesîb” ev zimanhalê cotkaran xwediyên zeviyên şewitî li herêmên Rojavayê Kurdistanê ye.
Îsal saleke cudaye û şewata zeviyên ceh û genim bi vî şêweyî tiştekî ne asayî ye. Piraniya xelkê dibêjin, destine reş li pê şewata van zeviyan hene û herkes aliyekî bi van şewatan tawanbar dike.
Ziyanên herî mezin li cotkaran tê kirin, loma ew jî gazinên xwe dighînin desteyên têkildar ku bi hewara wan ve werin.

Gelek gazin û rexne li navenda agirkujê tê kirin. Welatî dibêjin, agirkuj zû bi banga wan ve nayên û ji ber wilo jî rûberên berfereh di şewitin. Berpirsên navenda agirkujê ji alî xwe ve dibêjin ku nêzî 20 otomobîlên agirkuj li seranserî deverê hatine belav kirin, lê ji ber ku karînên wan zêdeyî wilo tune ne û gelek zevî jî dişewitin, herweha ji ber dûrbûna cih jî carcaran agirkujên wan dereng dighin.

Derbarê şewata van zeviyan û şêweyên alîkariyê, Desteya Çandiniyê di Rêveberiya Xweser de bangekek belav kir û ji hemû sazî û dezgehên heyî wek Asayiş, şaredarî û ta bi nişteciyên gundan xwest ku bi hev re alîkar bin û komîtên parastin û nobedariyê çêbikin, ta cotkar berhemên xwe biçinin û ji bo cotkaran jî di mûsimê bê de egere alîkarî bi wan re bê kirin. 

Ji Efrîn û Kobanê ta bi herêma Cizîra Rojavayê Kurdistanê bi hezarên hêktaran ji zeviyên ceh û genim hatine şewitandin, tu amarên fermî ji rûberên şewitî re tune ne, lê li herêma Qamişlo tenê ta niha nêzî 3 hezar Hiktar ji zeviyên ceh û genim şewitî ne.