HPG: Li Xakurkê 37 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin
K24 – Navenda Nûçeyan
Di encama Operasyona Artêşa Tirkiyê ya li Xakurkê de 27 Gerîla û 37 leşkerên Tirkiyê û 6 sîxor hatine kuştin.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê bi daxûyaniyekê got: Operasyona wan a li dijî gerilayên PKKê li Xakurkê berdewam dike û heta niha 27 gerîla bê bandor kirine.
Wezaret amaje dike ku şerekî giran li Xakurkê rû dide û diyar dike: Operasyona wan di nav şerekî dijwar de berdewam dike û bi dehan cîh û warên PKKê hatine rûxandin.
Ji aliyê xwe ve, HPGê jî bilancoya şerê Xakurkê aşkere kir û da zanîn: Ji 1ê Heziranê û heta niha wan 40 çalakî li dîjî operasyona Tirkiyê encam dane û nasnameyên 43 leşker û sîxurên hatine kuştin di destê wan de ne.
HPG dibêje: Di şerê Xakurkê de 4 zirîpoş, yek tank û firokeyeke bêfirokevan rûxandine.
S. B