Salih û Biro sedemên perçebûna “Yekîtî” aşkere dikin

Sê serkirdeyên Partiya Yekîtiya Kurdistanî-Sûriyê bi daxuyaniyekê ji partiya xwe cûda bûn û partiyeke din bi navê Partiya Yekîtiya Kurdistanî ragehandin.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Sê serkirdeyên Partiya Yekîtiya Kurdistanî-Sûriyê bi daxuyaniyekê ji partiya xwe cûda bûn û partiyeke din bi navê Partiya Yekîtiya Kurdistanî ragehandin. Sekretêrê berê yê wê Partiyê Ibrahîm Biro, dibêje, ev hersê hevalên wan bi biryara Komîta Navendî ji partiyê hatine derxistin. Ji aliyê xwe ve serkrideyê partiya nû dibêje, ji ber pirsgirêkên siyasî ew cûda bûne.

Piştî dûrxistina 3 serkirdeyên Partiya Yekîtiya Kurdistanî-Sûriyê ji aliyê Komîta Navendî ya wê partiyê ve, wan hersê serkirdeyan partiyeke din bi navê Partiya Yekîtiya Kurdistanî ava kirin û komîteyeke demkî ji bo rêvebirin û amadekirina kongirê danîn.

Hesen Salih yek ji wan hersê serkirdeyan e ku moleta mehekê ji bo wî hatibû dayîn ku li xwe vegere, yan jî ewê jî bê dûrxistin, di nava partiya nû de cih girt û ji Kurdistan24 re sedema avakirina partiya nû şirove kir.

Serkirdeyê PYK Hesen Salih ji K24ê re got: “Em dibînin ku cudabûneke siyasî çê bûye û lihevkirin çê nabe û divê çaksaziyên siyasî çê bibin. Ev heval li şûna serastbûnê û çaksaziyê qebûl bikin, dest bi rênimayên dûrxistina hevalên li Almanya û Herêma Kurdistanê ne kirin û 4 serkirdeyên me yên hatibûn hilbijartin ew jî dûrxistin, tevî ku li gor peyrewa navxwe ji wan re dernakeve vî karî bikin û ev karê xirap kirin.”

Ibrahîm Biro Sekretêrê berê yê partiyê û endamê Komîta Peywendiyên Derve yê ENKS eşkere dike, digel kesên hatine dûrxistin ku tu nakokiyeke siyasî tune ye, ji ber ku ew hemû mijar bi amadebûna wan kesan hatin yekalîkirin. Dibêje jî, bi destêwerdana hin aliyan, ew hevalên wan ajototin ku ji partiyê cuda bibin.

Serkirdeyê di Partiya Yekîtiya Kurdistanî de Îbrahîm Biro ji K24ê re got: “Di partiyekê de dema nakokiyên siyasî hebin wek ew dibêjin, ew xwe ji bo serkirdatî û sekretariyeta wê partiyê kandîd nake. Wan di kongir de xwastin partiyê perçe bikin. Wan kudata li ser destûr û kongir partiyê kirin, me jî siza bi wan stand. Ewê cihê xwe di nava Encûmenê de nebînin, ji ber ku em dizanin li pişt vî karî destekî dirêj ji aliyê PKKê û îstixbarata PKKê heye, ew dizanin û li vê yekê jî mukur hatine.”   

Li Rojavayê Kurdistanê sê çarçoveyên siyasî hene, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Hevbendiya Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (HNKS), piştî daxuyaniya Biro ku ew partiya nû nabe  tevlî ENKS bibe, du bijarde li pêş vê partiyê dimînin TEV-DEM an jî  HNKS, heger bixweze derbasî nava wan çarçoveyan bibe.