Neteweyên Yekgirtî: Li Idlibê xwarin jî, wekî çekê şer tê bikaranîn

Neteweyên Yekgirtî radighîne, di şerê Îdlibê de zeviyên û baxçeyên welatiyan tên şewitandin û xwarin wek çekê şer tê bikaranîn

K24 – Navenda Nûçeyan

Neteweyên Yekgirtî radighîne, di şerê Îdlibê de zeviyên û baxçeyên welatiyan tên şewitandin û xwarin wek çekê şer tê bikaranîn.

Neteweyên Yekgirtî ragihand, di şerê Îdlibê de zeviyên genim û baxçeyên daran tên şewitandin û xwarin wek çekê şer tê bikaranîn û dibe sedemê awarebûn a bi hezaran ji welatiyên navçeyê.

Programa Xwarinê ya Navdewletî ya ser bi Neteweyên Yekgirtî ve ragihand, her aliyek şer aliyê din bi şewitandina wan zeviyan tometbar dike, ku ji encama wê yekê, nêzîkî 300 hezar welatî ji navçeyên xwe reviyan e.

Ji dawiya Nîsan a Îsal ve, Hêzên Hikumeta Sûriyê bi piştevaniya firokeyên Rûsyayê, dest bi êrîşek dijwar ser gundewarên Îdlib û Hemayê kirin e û heta niha bi sedan welatiyên sivîl bûn e qurbanî.

 

 

 

C.B