Bi egera burdûmana firokeyên Turkîyayê sê hevwelatî birîndar bûn

Bi egera burdûmana firokeyên cengîyên Turkîyayê li gundê Mêrge Reş li Gelîya Şêx Zadan, deşta Hêrtê ser bi nahîye ya Sîdekan sê hevwelatî birîndar bûn.

K24- Hewlêr

Bi egera burdûmana firokeyên cengîyên Turkîyayê li gundê Mêrge Reş li Gelîya Şêx Zadan, deşta Hêrtê ser bi nahîye ya Sîdekan sê hevwelatî birîndar bûn.

Dû ji wan hevwelatîyan birayên hevin û kesê sê yê jî pismamê wane û birîna yekî ji wan binavê Xoşewî Mîkayîl dijware.

Hevwelatîyên hanê ku Pêşmerge yên yeke ya 80 ne, çûbûn agir vemirînin, ew agirê ji encama burdûmana firokeyan ber bibû deverê, lê careka din firoke yên Turkîyayê vegrîyan û ew dever burdûman kirin û ew sê Pêşmerge birîndar bûn.

Yek ji wan birîndaran bi Kurdistan24 re ragehand: Firokeyên Turkîyayê wê deverê dikin armanc bi bîyanûya gerîlayên PKKyê li deverên wan çalakîyên partîzanî encam didin û ew burdûmana evro jî bi wê di wê çarçoveyê daye.

Dû birîndarên burdûmana Turkîyayê
Dû birîndarên burdûmana Turkîyayê