Koçberên Efrînê amadekariyên cejnê nekirin

Di roja yekem a cejna Remezanê de kamîreya Kurdistan24 seredana malbateke Efrînî li bajarê Qamişlo kir, lê wê malbatê ti amadekariyên cejnê nekiribûn û rêûresmên cejnê jî nehatin dîtin.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Di roja yekem a cejna Remezanê de kamîreya Kurdistan24 seredana malbateke Efrînî li bajarê Qamişlo kir, lê wê malbatê ti amadekariyên cejnê nekiribûn û rêûresmên cejnê jî nehatin dîtin.

Xwediyê malbatê dibêje, girûpên çekdar yên bi navê Misilmantiyê mal û samanên wan talan kirin û xaka wan dagîr kirine, nehîştin ti wate ji cejnê re bimîne, loma ew jî bi wan ne cejn e.

Di yekem cejna Remezanê de tîma Kurdistan24ê xwast seredana malbateke Efrînî ya li Qamişlo bicih dibe bike û kêfxweşiya cejnê bi wan re parve bike. Ebdulrehman Xelîl ew bi xwe şêwekar e û di roja dawî de ji şerê li Efrînê ji mala xwe derket û niha li bajarê Qamişlo bicih bûye. Li mala wî çend malbatên din ên Efrînî li hev kom bûne, lê ji ber ku dilê wan şikestî ye û dûrî xaka Efrînê ne, ew xemgîn in, ji ber wê jî wan ti amadekariyên cejnê nekirine.

Ebdulrehman Xelîl ji K24ê re dibêje: “Kesên ketine Efrînê, bi navê olê Efrîn talan kirine û cejn li pêş çavê me reş kirine. Wek kesekî misliman hestên min nîn in ku bi cejnê şad bibim.”

Dayika Efrînî Ocer Dawûd got: “Em dibînin, cejn qet ne cej ne. Me cilûberg ji zarokan re nekirîn, şîrînî çê nekir û li ser merivên xwe negerîn, en ne cejn e, mirî ye. Berê li Efrînê me cejn bi şahî dikir û zarok dilîstin.”

Zarokên Ebdulrehman jî mîna bavê xwe bi xemgînî dibêjin ku wan gelek tiştên xwe yên giran buha û bîr û bûçûn li paş xwe hiştin û tenê ji kuştinê reviyan. Daxwaza tevan jî vegera Efrînê ye û ji bo pîrozbahiya cejnê jî zarok dibêjin ku ew ti kesî li Qamişlo nas nakin û wan bêriya mal, dibistan û hevalên xwe kirine û ji welatên cîhanê daxwaz dikin ku alîkariya wan bi kin ku cejna bê li Efrînê pîroz bikin.

Keça bi navê Lordana Xelîl dibêje: “Piştî em hatin vir, em nizanin heval û mamosteyên me çûn kû derê. Em bang li hemû cîhanê dikin, alîkariya me bikin ji bo em vegerin Efrîna xwe û wek berê cejn û xwendina xwe bi hev re bikin.”

Zêdeyî 100 malbatên Efrînî li Qamişlo dimînin û ev duymîn cejn e ku dûrî Efrînê pîroz dikin. Merasîmên cejnê wek çêkirina kulîçe, şîranî û kirîna cilûbergên nû li nava malbatên Efrînî nayine dîtin û ta bi zarokan jî ji me re gotin ku dûrî Efrînê ti wate û çêj ji cejnê re tune ye.