HDP: Di mercên heyî de pêvajoyeke çareseriyê zehmet e

Li Tirkiyê di siyaseta navxweyî de mijarên weke destpêkirina çareseriyeke nû, Efû ango lêborîneke giştî û hilbijartinên Stenbolê yên ku dê 23ê Hezîranê careke din bêne dubarekirin di cejna remezanê de jî rojeva sereke ya partiyan e.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Rayagiştî ya Tirkiyê benda bidawîbûna betlaneya Cejna Remezanê ye. Ji ber ku Partiya Deshilatdar Ak Partî hewl dide ku di di yaseyan de başbûna pêk bîne û efûyeke giştî ragihîne. Herwiha bi hevdîtinên Rêberê PKKê Ebdulah Ocalan re jî behsa çareseriyeke nû tê kirin. Lê belê partiya opozisyona Tirkiyê CHP hewlên Ak Partiyê sergirêdan dibin. Beramberî hevserokên HDPê hin parlemnterên HDPê destpêkirina çareseriyekê zehmet dibînin. Partiya Oldar Saadet jî ji bo çareserkirina meseleya Kurd amade ye.

Li Tirkiyê di siyaseta navxweyî de mijarên weke destpêkirina çareseriyeke nû, Efû ango lêborîneke giştî û hilbijartinên Stenbolê yên ku dê 23ê Hezîranê careke din bêne dubarekirin di cejna remezanê de jî rojeva sereke ya partiyan e. Partiya Deshilatdar Ak Partî amadehiyan dike ku piştî betlaneya Cejna Remezanê ya 9 rojan di warê guherîna daraz, derbirîna fikr û ramanan de û di mijar efûyê de gavên girîng bavêje.

Derbarê van gavên Ak Partiyê de m partiya sereke ya Opozisyona Tirkiyê CHP dibêje bi gotinan demokrasî nayê û îdîa dike ku deshilat bi van hewlên xwe gelê Tirkiyê dixapîne û ji bo hilbijartinên Stenbolê dixwaze hêza xwe zêde bike.

Parlementerê CHP yê Enqerê Nîhat Yeşîl ji K24ê re got: "Ne tenê bi gotinê, ger em bibêjin aşitî, hêmana aştiyê çi be û bingeha aştiyê çibe divê ew yêk werin kirin. Ger tu xîmê avahiyekê qahîm çênekî tu avahiyê bi çi jî bixemilîne, tu bi kîjan gotinên xweşik jî bixemilînê, ne aştî ne demokrasî û ne jî mafê mirovan dê werin. Ji bo vê yekê dema ku hemû hêzên demokrasiyê di nava vê proseya têkoşînê de bin, ez bawerim dê xweşî û aştî were welatê me"

Herçiqas hevserokên HDPê bi biryarê behsa destpêka pêvajoyeke çareseriyê bikin jî Parlemnterê HDPê yê Edeneyê Kemal Pekoz dibêje di rewşa heyî de deshilat çareseriyeke nû nade destpêkirin û gaveke asayîbûnê zehmet e.

Kemal Pekoz dibêje: “Bi rastî bi hevdîtinên gel brêz Ocalan di nava civatê de hêviya çareseriyeke nû xwe daye der. Lê belê li Tirkiyê niha ji her demê zêdetr cudagerî, tundî û polîtîkayê ewlehiyê heye. Di van şert û mercan de zehmete ku hewlên asayîbûnê bêne dayîn. Ji ber vê çendê jî ez di demeke nêz de pêvajoyeke çareseriyê nabînim. Helbet berdewamiya hevdîtinên bi Ocalan re dibe ku rêyeke nû bê dîtin."

Parlementerê partiya Oldar Sadetê yê Stenbolê Cîhangîr Îslam jî bal kişand ser meseleya Kurd û hilbijartinên stenbolê û got ger ji bo çareseriyê gav bê avêtin ew ê pêştavaniyê bikin.

Cîhangîr Îslam diyar kir: "Li Tirkiyê ji bo ku ev meselaya herî kevn meseleya Kurd bê çareserkirin di dîroka siyaseta me de çi pêwîst be me kiriye. Îro şûn de jî ger hewlek ji bo çareseriyê hebe bi hemû fedakariya xwe çi ji destê me tê em ê bikin. Hilbijartina 23ê Hezîranê ya li Stenbolê jî dê hember neheqiyê bibe bersiva gelê Stenbolê."

Li gel van geşedanan di siyaseta derve de jî mijarên weke ji Rûsyayê kirîna mûşekên S 400, geşedanên li Sûriyê û pêwendiyên Bi Amerîkayê re di rojev de ne. Loma Xuya ye ku piştî bêhnvedana Cejna Remezanê di siyaseta navxweyî û derve de rojên germ li pêşiya Tirkiyê ne.