Rûsya: Artêşa Sûriyê 140 çekdarên “Nusrayê” kuştin

Navenda Lihevhatinê ya Rûsî li Sûriyê ragihand, artêşa Sûriyê nêzîkî 140 çekdarên opozîsyona Sûriyê li gundewarê Hemayê kuştine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Navenda Lihevhatinê ya Rûsî li Sûriyê ragihand, artêşa Sûriyê nêzîkî 140 çekdarên opozîsyona Sûriyê li gundewarê Hemayê kuştine.

Navenda Lihevhatinê ya Rûsî li Sûriyê di daxuyaniyekê de belav kir, roja 6 û 7ê vê mehê çekdarên Desteya Tehrîr El Şamê (Bereya Nusrayê) li gundên Kirnaz û Hemamiyat êrîşî artêşa Sûriyê kir, lê artêşa Sûriyê ew êrîş şikand û karî bêhtir ji 140 çekdarên wê grûpê bikuje û 10 otombîlên leşkerî jinav bibe.

Li gor wê navendê gotiye, piştî artêşa Sûriyê li gundewarên Hemayê hin gund û bajarokên ku di destê opozîsyona Sûriyê de bûn kontrol kirin, niha çekdarên opozîsyonê hewl didin wan careke din wan vegerînin bin kontrola xwe.

Roja Înê 7ê Hezîranê ji encama êrîşeke çekdarên Desteya Tehrîr El Şamê li ser gundên Til Milih, Cibîn û Kefir Hod, artêşa Sûriyê neçar bûbû ji wan gundan vekişe.

Ji dawiya Nîsan a Îsal ve, Hêzên Hikumeta Sûriyê bi piştevaniya firokeyên Rûsyayê, dest bi êrîşeke dijwar ser gundewarên Îdlib û Hemayê kiriye û heta niha bi sedan welatiyên sivîl bûne qurbanî û bi sed hezaran jî koçber bûne.

 

S. B