Amerîka dest bi cîbicîkirina gefên li dijî Tirkiyê dike

Piştî daxûyanî û nerazîbûnên dûr û dirêj ên di derbarê kirîna mûşekên S-400 de ji Rûsyayê, Amerîka dest bi cîbicîkirina gefên xwe yên dijî Tirkiyê kir.

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî daxûyanî û nerazîbûnên dûr û dirêj ên di derbarê kirîna mûşekên S-400 de ji Rûsyayê, Amerîka dest bi cîbicîkirina gefên xwe yên dijî Tirkiyê kir.

Wekîlê Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Patrick Shanahan bi nameyekê ji hevpostê xwe yê Tirkiyê Hulusî Akar re dide zanîn, perwerdekirina pîlotên Tirkiyê bo bikaranîna firokeyên F-35 hatiye rawestandin.

Di nameyê de pêvajoya derxistina Tirkiyê ji bernameya firokeyên F-35 hatiye aşkerekirin û gavên ku dê li dijî Tirkiyê werin avêtin, hatine nivîsandin.

Biryar bû di meha Hezîranê de 20 û di meha Tirmehê de jî 14 pîlotên Tirkiyê biçin Amerîkayê û ji bo bikaranîna firokeyên F35 perwerde bibin. Lê Patrick Şanahan ji Hulusî Akar re bi zelalî dibêje: Êdî pîlotên Tirkiyê nayin perwerdekirin. Divê pîlotên Tirkiyê yên li Amerîkayê jî heta 31ê Tîrmehê vegerin welatê xwe.

Pentagon herwiha bijardeyekê datîne pêşiya Enqerê û dibêje, ji bo destberdana kirîna S-400 dema Tirkiyê hê heye. Lê heger Tirkiye ji biryara xwe venegere, ev yek dê zirarê bide pêwendiyên wê yên bi NATOyê û dê jim aliyê aborî ve jî were cezakirin.

Ligel van gefan, Enqere ji gotina xwe nayê xwar. Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan berî niha çend rojan bi zelalî gotibû: Ew ji kirîna S-400 venagerin.

Duh jî Serokê Pîşesaziya Berevaniya Rêsyayê Sergey Çemezov jî dabû zanîn, ewê di nava 2 mehan de mûşekên S-400 radestî Tirkiyê bikin.