Serok Barzanî û wezîrê derveyê Turkîya civîyan
K24- Hewlêr
Serok Mesûd Barzanî li gel Mewlûd Çawişoglu, wezîrê derveyê Turkîyayê civîya.
Di dîdarê de wezîrê derveyê Turkîyayê, pîrozbahîya hilbijartina Nêçîrvan Barzanî wek serokê nû yê Herêma Kurdistanê li serok Mesûd Barzanî kir û hêvîya serkevtinê bo xwazt û tekez jî kir li ser pêgeha Herêma Kurdistanê bo welatê wî û giringîya aramîya Herêmê.
Her di wê dîdarê de ji bilî amajedanê bi peywendîyên dîrokî di navbera Herêma Kurdistanê û Turkîyayê , herdû alî hev nerîn bûn li ser pêşxistina peywendîyan.
Herweha wezîrê derve yê Turkîayê amadeyîya welatê xwe nîşan da bo avedankirina Mûsilê û deverên din.
Gengeşkirin li ser rewşa sîyasîya deverê û pêşhatên dawîyê tewereke dinê wê dîdarê bû.