Zibilxaneyên Qamişlo pirsgirêk ji welatiyan re çê kirine

Welatiyên taxên nêzîkî zibilxaneyê dibêjin, gelek nexweşî di nava welatiyan de derketine.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Ji heyama 40 salî ve gemar û gilêşa bajarê Qamişlo û gundewarên wê û niha jî ya bajarê Amûdê li devera Navkurê ku dikeve rojavayî taxa Hilêliyê tê kom kirin. Nişteciyên taxê û yên tevaya taxên nêzîkî zibilxaneyê gazinan ji bihna nexweş dikin û dibêjin gelek nexweşî di nava welatiyan de belav dibin. Desteyên têkildar jî dibêjin, wan pirojeya jinûçêkirin û veqetandina gilêşê amade kirine û di heyama kêmî mehekê de eger e despê bike.

Ev dîmen ne ji parçeyekî fîlmê sînemayê ne, lê belê ev zibilxane û cihê komkirina gemar û gilêşê ya li nêzîkî taxa Hilêliyê ya li bajarê Qamişlo ye. Ji heyama 40 salî ve gemar û gilêşa bajarê Qamişlo û derorên wê û niha jî ya bajarê Amûdê li vir tê komkirin. Nişteciyên taxa Hilêliyê ku yên herî nêzîkî vê zibilxanê ne, gazinan dikin ku bihna nexweş û dû û dûmana wê gemarê bi ser malên wan de tê. Herweha xelkên taxê dibêjin ku li wî cihî 53 bîrên ava vexwarinê hene û jêdera sereke ye ji dabînkirina avê ji tevaya bajarê Qamişlo re, komkirina bermayên xwarinê û gemarê dibe sedema nepaqijiya ava wan bîran.

Derbarê dîtina çareseriyekê ji vê pirsgirêkê re, berpirsên Desteya Jîngeh û Şaredariyê di Rêveberiya Xweser de dibêjin, ku ev kêşe kevin e û ew nikarin cihê zibilxanê veguhêzin cihekî din, lê ji bo gemar û gilêşa kevin dê çareseriyek jê re bê dîtin wan pirojeyek amade kiriye û di heyama mehekê de eger e projeya wan despê bike.

Ji bilî gemar û bermayên ku ji mal û dukanan tê komkirin, pirsgirêka bermayên nexweşxaneyan jî aloziyekê çê dike. Li gorî agahiyên Desteya Tendirustiyê di Rêveberiya Xweserde, 17 navendên tendirustiyê û 10 nexweşxaneyên taybet li Qamişlo hene û rojane 600 kîlo ji bermayên pizîşkî têne avêtin û ev yek jî metirsiyekê li ser jiyana xelkê deverê çêdike.